Nêçîrvan Barzanî: Bila komên çekdar ji Şingalê derkevin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i306960-nêçîrvan_barzanî_bila_komên_çekdar_ji_Şingalê_derkevin
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê komên çekdar ên ser bi PKK`ê vexwendin ku ji Şingalê derkevin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 05, 2019 04:10 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî: Bila komên çekdar ji Şingalê derkevin

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê komên çekdar ên ser bi PKK`ê vexwendin ku ji Şingalê derkevin.

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî di merasima Pêncimîn Salvegera Êrişa DAIŞ`ê Ser Şingalê li Parêzgeha Duhokê da ji komên çekdar ên ser bi PKK`ê xwest ku ji navça Şingalê derkevin û birêvebirina kar û baran bispêrin gelê vê herêmê.

Nêçîrvan Barzanî herwiha got: Piştî azadkirina şarê Şingalê bi destê Hêzên Pêşmerge û ramalîna vê deverê ji DAIŞ`ê, hela jî ev bajara nehatîye jinûveavedankirinê.

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê herwiha xwest ku Şingal bibe Parêzgeh.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê piştî dagirkirina Şingalê di 3`yê Tebaxa sala 2014`an de dest bi qirrkirina Kurdên Êzidî kir, heta vê gavê 80 gornên komkî li navça Şingalê hatine peydakirinê. 360 hezar Kurdên Êzidî li Iraqê aware bûne û 100 hezar kes j iwan jî penaberî welatên din bûne.

Şayanî gotinê ye ku Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê jî di civîna roja 4`ê Tebaxê de bi fermî roja 3`yê Tebaxê weke roja “Cenosaydkirina Kurdên Êzidî” nas kir.