Êrişkerên ser Hêzên Asayişê li başûra Herêma Kurdistanê hatin girtinê
Tebax 04, 2019 12:43 Asia/Tehran
Navenda Hêzên Asayişê ya ser bi Yekitiya Niştmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) ragihand, kesên hefteya buhurî êrişî hêzên Asayişê li başûra Herêma Kurdistanê kiribûn, hatin girtinê.
Ligorî rapora Malpera SNN`ê, kesên ku hefteya buhurî li gundê Kolecoyê li devera Germîyanê êrişî Hêzên Asayişê kiribûn û di encamê de 4 kes kuştibûn û 8 kes jî birîndar kiribûn, ji hêla Hêzên Dijetêrorê yên YNK`ê va hatin girtinê.
Malpera SNN`ê wêneyên 3 kesan belav kirin û ew wekî tawanbarê êrişa ser Hêzên Asayişê dan nasandinê û ragihand ku bi zûtirkê dê hûrgilîyên girtina wan kesana ragihîne.
Ligorî vê raporê opêrasyona lêgerîn û naskirina sebebkar û êrişkerên din ên pişkdarê wê êrişê didome.