Merasima Pêncemîn Salvegera Komkujîya Êzidîyên Şingalê hat lidarxistinê
Merasima Pêncemîn Salvegera Komkujîya Êzidîyên Şingalê îro bi beşdarbûna Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr û Seroka Parlementoya Herêma Kurdistanê, Nûnera Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, Mîrê Êzidiyên Herêma Kurdistanê û Cîhanê Mîr Hazim Tehsînbeg û çend kesayetan li Duhokê hat lidarxistinê.
Di destpêka merasîmê de grûpeke muzikê ya Kurdên Êzidî çend stran derbarê komkijiyên li dijî Kurdên Êzidî pêşkeş kirin. Piştre Parêzgarê Duhokê Ferhad Etroşî gotarek pêşkeş kir û bixêrhatina mêvanan kir.
Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistana Iraqê (PDK) Mesûd Barzanî di peyamekê de bi vê boneyê got: Ya têrorîstên DAIŞ`ê anîn serê gelê Şingalê, ligorî hemî pîvanan, qirrkirin e, divê hewildanên navxweyî û derveyî jibo ku komkujîya Êzidîyan weke jînosayd were nasandinê bên zêde kirinê û Êzidîyên bêserûşûn bên peydakirin û zivirandinê. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dewleta navendî ya Iraqê rêkareke hevpar jibo jinûveavedankirina Şingalê û birêvebirina wê herêmê bi destê niştecihên wê peyda bikin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di gotara xwe de ragihand, cenosayda ku DAIŞ`ê anîye serê Kurdên Êzidî aniye, di dîrokê de tiştekê bê mînak e û di rojên yekem ên wê êrîşê de 2936 jin û zelam û zarokan canê xwe ji dest dan û hemû di gorên komkî de hatine binaxkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê di heman demê de ragihand ku wan ofîseke taybet ji bo rizgarkirina revandiyên Kurdên Êzdî vekiriye û heya niha 2 hezar û 225 jin û keçên û hezar û 84 zelam û kurên Kurdên Êzdî hatine rizgarkirine.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwiha da zanîn ku ew niha hewl didin navçeya Şingalê bibe parêzgeh.
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê jî di peyamekê de bi boneya Pêncemîn Salvegera Komkujîya Kurdên Êzidî yên Şingalê pêgirî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevkarîya dewleta navendî jibo çareserkirina pirsgirêkên Êzidîyan û vegera wan bo Şingalê hewil didin.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe da pêgirî kirîye ku Êzidî di dîrokê de bi dehan carî pêrgî qirrkirinê bûne û cara dawîyê jî di sala 2014`an de bi destê koma têrorîst a DAIŞ`ê hatin qirrkirinê lê, tevî wan karesatana Êzidîyan hertim nasname û dînê xwe parastine û wek pişkeke resen a Kurdan mane.
Mîrê Êzidiyên Herêma Kurdistanê û Cîhanê Mîr Hazim Tehsînnbeg jî di axavtinekê de ragihand, ``fermana sala 2014`an heya niha berdewam e ji ber ku nêzîkî 360 hezar Kurdên Êzdî koçber in, herwiha heya niha tawanbarên wê komkujiyê nehatine muhakimekirin û cezakirinê. Pêwîst e civaka navdewletî çareseriyeke guncaw bo Şingalê bibîne û daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê kir ku idareyeke rewa bo Şingalê ava bikin.``
Nûnera Taybet a Sekreterê Gişt Neteweyên Yekbûyî Di Karên Iraqê de Jeanine Hennis-Plasschaert jî di wê merasimê de ragihand ku NY ji berdewambûna rewşa xirab a koçberên Kurdên Êzdî û neavedankirina navçeyên wan dilgiran e.