Hewlêr amade ye derhatên nift û gumrikan radestî dewleta Iraqê bike
Parlimanterê YNK`ê li Parlimana Iraqê amajeyî nêzîkbûna Hewlêr û Bexdayê li lihevkirina teqil kir û ragihand ku Hikûmeta Herêma Kuridstanê amadebûna xwe jibo radestkirina derhatên niftê bo Bexdayê ragihandîye.
Ligorî qanûna bûca Iraqê ya sala 2019`ê, dayîna pişka Herêma Kurdistanê maye ser radestkirina rojane ya 250 hezar bermîlên niftê ji hêla Hewlêrê ve bo Bexdayê lê, miaşê karmend û miaşwergirên Herêma Kurdistanê, têkilîyek bi nakokîyên sîyasî yên Hewlêr-Bexdayê re û nedayîna asta niftê re tineye û ser esasa wê bûceyê, miaşê 5 mehên destpêka sala 2019`ê bi awayekî tam û ligorî qanûna bûcê ji hêla Bexdayê ve jibo Hewlêrê hatîye şandinê.
Lê Hewlêrê hê nift radestî Bexdayê nekirîye û dewleta Iraqê jî di berdêla wê de hîç diravek ji pişka Herêma Kurdistanê ji bûcê nedaye û di hefteyên buhurî de desteyên têkildar ên Hewlêr û Bexdayê çend caran bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêr û Bexdayê civîyane.