Nêçîrvan Barzanî: Îsal bibîranîna enfalkirina Barzaniyan ji salên pêştir xembartir e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i306842-nêçîrvan_barzanî_Îsal_bibîranîna_enfalkirina_barzaniyan_ji_salên_pêştir_xembartir_e
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Îsal bîranîna enfalkirina Barzaniyan ji salên pêştir xembartir e, çimkî çavên me li çol û biyabanên Nugre Selman e ku di van demên dawiyê de gorên bikomî yên enfalkiriyan li wir hatine peydakirin.”
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Tebax 01, 2019 05:31 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî: Îsal bibîranîna enfalkirina Barzaniyan ji salên pêştir xembartir e

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Îsal bîranîna enfalkirina Barzaniyan ji salên pêştir xembartir e, çimkî çavên me li çol û biyabanên Nugre Selman e ku di van demên dawiyê de gorên bikomî yên enfalkiriyan li wir hatine peydakirin.”

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî, di merasima 36.salvegera enfalkirina Barzaniyan a li ser goristana şehîdan a li devera Barzan de birêve çû, got: “Îsal bîranîna enfalkirina Barzaniyan ji salên pêştir xembartir e, çimkî çavên me li biyabanên Nugre Selman e ku di van demên dawiyê de gorên bikomî yên enfalkiriyan li wir hatine peydakirinê.”

Serokê Herêma Kurdistanê di dewama gotara xwe de amaje bi wê kir ku ji 182 hezar enfalkiriyan tenê bermayîyên meytên 2 hezar û 672 şehîdan bo Herêma Kurdistanê hatine veguhastin û dîyar kir, “Ji 8 hezar Barzaniyên enfalkirî tenê bermayîyên meytên 596 şehîdan bo devera  Barzan, hatine veguhestin û li vir hatine definkirinê.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Dîtina her goreke bikom, derxistina her meytekê xelkê Herêma Kurdistanê têxe nav xemeke mezin. 31`ê Tîrmeha 1983`an ciwan û zarokên kur ji aliyê rejîma Bees ve weke kesên suçdar hatine desteserkirin. Mehek piştî wê hemû li bajarê Musenna hatine gulebarankirin û bikom hatin binaxkirin.

Seroka Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê jî di wê merasimê de got ku bi hevdengîya digel Serokatîya Herêma Kurdistanê û Serokwezîrtîyê dê Parlimanê bikin warê xizmetguzarîya jibo xizm û kes û malbatên gorîyên Enfalê.

Wê herwiha got: Armanc ji Enfalkirina Barzanîyan ramalîn û jinavbirina gelê Kurd bû.

Seroka Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê herwiha got: Tawana Enfalê tenê serkirdeyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê naxe ber berpirsyarîyê belkî serkirdetîya sîyasî ya Iraqê, welatên cînar û hemî cîhanê li ber dadgeha wîjdan û mêjûyê dixe ber berpirsîyê ta ku rê li ber Enfalê û tawanên bi vî rengî bigirin.