Fraksyona YNK`ê: Bila Ebdulmehdî demlidest jibo rewşa Kerkûkê bikeve dewrê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i306813-fraksyona_ynk_ê_bila_ebdulmehdî_demlidest_jibo_rewşa_kerkûkê_bikeve_dewrê
Firaksiyona partiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlemana Iraqê daxwaza mudaxila demlidest a Serokwezîrê vî welatî di rewşa parêzgeha Kerkûkê de kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 31, 2019 11:21 Asia/Tehran
  • Fraksyona YNK`ê:  Bila Ebdulmehdî demlidest jibo rewşa Kerkûkê bikeve dewrê

Firaksiyona partiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlemana Iraqê daxwaza mudaxila demlidest a Serokwezîrê vî welatî di rewşa parêzgeha Kerkûkê de kir.

 Li gorî rapora Malpera Nûçan a Şar Press`ê, Firaksiyona Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê( YNK) li Parlemana Iraqê, di daxûyaniyekê da bal kişand ser bûyerên vê dawiyê li parêzgeha Kerkûkê bi taybet êrişên bi hawanê ser gundên navça Daqoqê ku di encamê de çend kes hatin kuştin an birîndar bûn, daxwaza mudaxila demlidest a  Adil Ebdulmehdî Serokwezîrê Iraqê di rewşa Kerkûkê de kir.

Di vê daxûyaniyê de pêngavrakirina Ebdulmehdî bona baştirkirina rewşa Kerkûkê û çareserkirina pisrgirêkên wê pir giring hatine nirxandin û ji wî hatiye xwestin ku komîteyeka taybet bo lêkolîna li bara rewşa niha ya Kerkûkê û hegerên vê rewşê pêk bîne û sebebkarên vê rewşê ciza bike.

Heftiya buhurî di encama êrişa bi hawanê ser gundên derdora Daqoqê ji wan li Heftxarê de çend kes hatin kuştinê û birîndar bûn.

Herwiha Remezan Mecîd, endamê Konseya Gundên Kerkûkê di gotûbêja digel televîzyona Rûdawê de got ku  ji sala 2017`an heta niha zêde ji 500 malbatên Kurd ên navça Daqoqê ser bi parêzgeha Kerkûkê û bi taybet gundên Hftqare, Dara û Mensûr Elî ji ber bêewlehtiyên heyî û gefa DAIŞ`ê ji vê navçê derketine.

Wî hişyarî da ku ger ev pêvajoya bidome, xelkê navçê dê ji vê navçê derkevin.