Balafirên şer çiyayê Xantûr ê Zaxoyê bombebaran dike
Du balafirên artêşa Tirkiyê devera Zaxoyê li parêzgeha Dihokê bi giranî bombebaran kirin.
Li gor nûçeya malpera Rojnewsê, Balafirên şer yên artêşa Tirkiyê çiyayê Xantûr ê ser bi navçeya Zaxo ya parêzgeha Duhokê duh berêvarê bi giranî bombebaran kirin.
Li gorî çavkaniyên ji herêmê ragihandine balafirên şer nêzî nîv saete çiyayê Xantûr ku dikeve ser bajaroka Derkarê ya ser bi naçveya Zaxoyê bi giranî bombebaran dikin.
Li gorî heman çavkaniyan 2 balafirên şer bê navber bombe li Xantûrê barandin. Ji ber bombebaranê jî têgotin ku agir û dûkel ji herêmê radibe.
Herwiha hat ragihandin ku vê bombebaranê xisarên zav gihandin zevî û çandiniyên xelkê û daristanên navçê.
Hikûmeta Tirkiyê bi mihaneya hebûna hêzên PKKê van mehên dawiyê ji erd û esmîn gelek ji deverên bakura Iraqê (Herêma Kurdistanê) dane ber bombe û hawan û gullên topan ku di encama van êrişan gelek kesên sivîl hatine kuştin û birîndar bûne û xisarên giran gihêştina avahî, pez û dewar û milk û zeviyên xelkê û gelek kes jî neçar mane terka mal û avahî û gundên xwe bidin.
Tê gotin ku 450 gundên Herêma Kurdistan ji ber êrişên artêşa dagîrker a Tirkiyê vala bûne.
Vê daviyê ji malpera Xwaekurk ya PDK îdia kribû ku van bombebaran û êrişên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê bûne sedem ku endamên PKK terka çiyan bidin û li bajar û gundên hermê xwe veşêrin.