Hazim Tehsîn Beg weke Mîrê Nû yê Kurdên Êzidî hate hilbijartin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i306679-hazim_tehsîn_beg_weke_mîrê_nû_yê_kurdên_Êzidî_hate_hilbijartin
Rêberê nû yê Êzdiyên cîhan û Iraqê îro di merasimeke fermî li ziyaretgeha Laleşê û bi beşdariya bi hezaran Êzdiyan de xebata xwe destpê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 27, 2019 11:41 Asia/Tehran
  • Hazim Tehsîn Beg weke Mîrê Nû yê Kurdên Êzidî hate hilbijartin

Rêberê nû yê Êzdiyên cîhan û Iraqê îro di merasimeke fermî li ziyaretgeha Laleşê û bi beşdariya bi hezaran Êzdiyan de xebata xwe destpê kir.

Li gorî rapora Kurd Press`ê, îro şemiyê, 27 Tîrmehê, Hazim Mîr Tehsîn beg li merasimeke fermî li ziyaretgeha Laleşê li navça Şêxanê, wek mîr û rêberê nû yê êzdiyên Iraqê û cîhanê hat bijartin û piştî sondxwarina ayînî xebata xwe destpê kir.

Hazim Mîr Tehsîn Beg li sala 1963`an  ji dayk bûye , kurê Mîr Tehsîn Beg rêberê berê yê êzdiyan e ku par zivistanê çû ber dilovaniya xwe û ji sala 1989`an wek parêzerê fermî yê bavê xwe xebitiye.

Mîrê nû yê êzdiyan teqez kir ku bona baştirkirina peyweniyên navbera êzdiyan û kêmînên din ên Iraqê dê hewl bide û bi hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê dê avedankirina  Şingalê û xizmetguzariya bo wan destpê bike.

Nifûsa Kurdên Êzdî zêde ji 550 hezar kes hatiye texmînkirin û piştî êrişên DAIŞ`ê li Iraqê zêde ji sedî 70 wan mişext bûne.