Lihevkirina Bexda û Hewlêrê ser diyarkirina mekanîsma çareseriya pirsgirêkên dualî
Taxima derecebilind a Hewlêr û Bexdayê ser diyar kirina mekanîsma lêkolînê li bara çareseriya pirsgirêkên dualî û pêkanîna ko,îteyên taybet li hevkirin.
Duh 25.07.2019ê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û taxima hikûmeta navendî ya Iraqê li Hewlêrê bi hev re ser pirsgirêkên navbera du aliyan gotûbêj kirin.
Taxima Iraqê ji serokê nivîsgeha serokwezîrê Iraqê Ebûcihad Haşimî, wezîrê daratî Fuad Husên, alîkarê serokwezîr li karûbarên aborî Samir Xezban, wezîrê nifta Iraqê û alîkarê serokwezîr li karûbarên enerjiyê Falih Feyaz, şêwirkarê ewlehiya neteweyî û serokê Heşda Şebî pêh tê.
Serokwezîr Herêma Kurdistanê li vê hevdîtinê bal kişand ser serdana şandeya bilind a herêma Kurdistanê ya Bexdayê ku bû sedemê destpê kirina gerekî nû ya guftûgoyên bi armanca çareseriya pirsgirêkan li gor destûrê û maf û erkê hemû aliyan jî li gor wê li berçav bê girtin.
Komîteya bilind a hevbeş a Hikumeta Herêma Kurdistanê û Hikumeta Fedral a Iraqê daxuyaniyek belavkirin û têde behsa naveroka civîna duh ya şanda bilinda Bexdayê û hikumeta Herêma Kurdistanê kirin.
Li gor wê daxuyaniyê, komîteya bilinda hevpişik, di civîna duh de, pirsa navçeyên nakokî li ser, arîşeyên darayî û budce û pirsa petrol û gazê xistin ber gotûbêjê.
didaxuyaniya hanê de diyar bûye ku hilkolandin û çareseriya hûrgelîyên pirsgirikên heyî bi riya pêkanîna çend komîteyên teybetmendên teknîkî ji wezaretên peywendîdar û li bin çavdêrîya komîteya Hevpişik pêşve here.
Biryar e heftîya dahatî jî, civîna komîteyên teknîkî yên wezaretên peywendîdar li Bexdayê bihê encamdan.