Mesrûr Barzanî û şanda Hikûmeta Iraqê çend pirsên girîng guftûgo dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i306625-mesrûr_barzanî_û_şanda_hikûmeta_iraqê_çend_pirsên_girîng_guftûgo_dikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî û şanda bilind a Hikûmeta Iraqê çend pirsên girîng û girêdayî bi her du aliyan ve guftûgo dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 25, 2019 15:09 Asia/Tehran
  • Mesrûr Barzanî û şanda Hikûmeta Iraqê çend pirsên girîng guftûgo dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî û şanda bilind a Hikûmeta Iraqê çend pirsên girîng û girêdayî bi her du aliyan ve guftûgo dikin.

Şandeke Hikûmeta Bexdayê ku ji Wezîrê Darayî û Cîgirê Serokwezîr Fûad Husên, Wezîrê Petrolê Samir Xezban, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî Falih Feyaz û Rêvebirê Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Ebû Cîhad El Haşimî pêk hatibû, şeva bûrî gihîştibû Hewlêrê.

Ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, her yek ji Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û Wezîrê Darayî Awat Şêx Cenav di civînê de beşdar in.

Di civînê de guftûgo li ser pirsên hevbeş û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê tê kirin.

Serdana vê şandê piştî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji Bexdayê re tê, ku bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re rêkeftibû ku çend komîte bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest bi guftûgoyan bikin.