Gumanbarekî kuştina dîplomatên Tirkiyê li Hewlêrê hat naskirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i306416-gumanbarekî_kuştina_dîplomatên_tirkiyê_li_hewlêrê_hat_naskirin
Navenda Têkoşîna djî Têrorîsmê ya Herêma Kurdistana Iraqê bi weşandina wêneyekê ragihand: Nasnameya gumanbarekî kuştina dîplomatên Tirkiyê aşkira bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 19, 2019 11:21 Asia/Tehran
  • Gumanbarekî kuştina dîplomatên Tirkiyê li Hewlêrê hat naskirin

Navenda Têkoşîna djî Têrorîsmê ya Herêma Kurdistana Iraqê bi weşandina wêneyekê ragihand: Nasnameya gumanbarekî kuştina dîplomatên Tirkiyê aşkira bûye.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Navenda Têkoşîna djî Têrorîsmê ya Herêma Kurdistana Iraqê bi weşandina daxûyaniyekê ragihand, navê vî kesî Mezlûm Dax e û sala 1992an ji dayîk bûye û ji rûniştiyên Amedê ye.

Ev kes niha di bin şopandina berpirsên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê da ye û berpirsên vê herêmê ji welatiyan xwestin ku eger agahiyeke wan ji Mezlûm Dax hene, bidin ber destê wan.

Alîkarê serkonsolê Tirkiyê roja Çarşemiyê di êrîşa kesên nenas da li bajarê Hewlêrê hat kuştin.

Di vê êrîşên da sê parêzvanên vî dîplomatê Tirkiyê jî birîndar bûn.