Balafirên cengê yên Tirkîyê deverên sînorî yên Hewlêrê dan ber bombeyan
Rojekê piştî bûyera li Hewlêrê ku têde karmendekî Konsulxaneya Tirkiyê û 2 kesên din hatin kuştin, firokeyên şêrr ên Tirkiyê baregehên PKK`ê li Qendîlê li deverên sînorî yên Parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îro pêncşemiyê di daxûyaniyekê de ragihand, firokeyên cengê yên wî welatî baregehên PKK`ê li bintara çiyayê Qendîlê dan ber bombeyan.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê dibêje, operasyona esmanî ya îro bo ser binkeyên PKK`ê li Qendîlê, bi hevahengiya ligel Operasyona Çeng a artêşa wî welatî hatiye encamdan û di vê çarçoveyê de, depoyên çekan, sitargeh û penagehên PKK`ê li navçeyê bûne armanc.
Heya niha Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG), wekî baskê leşkerî yê PKK`ê, ti daxûyaniyek derbarê êrîşa esmanî ya îro de belav nekiriye.
Duh Çarşem 17`ê Tîrmehê di siet 2`yê Piştînîvro de, kesekî nenas bi du demançeyan karmendên Konsolxana Tirkîyê li Hewlêrê ku li xwarinegeheka wî şarî bûn dan ber gulleyan ku di encamê de cîgirê Serkonsolê Tirkîyê û 2 welatîyên Herêma Kurdistanê hatin kuştinê û 3 kes jî birîndar bûn.