Gotûbêja têlêfonî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê û Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê tevî şermezarkirina êrişa ser karmendên Konsolxana Tirkîyê li Hewlêrê, pêgirî ser parastina ewlehî û istiqrara navçê kirin.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Kurdpress`ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî têkildarî êrişa ser karmendên Konsolxana Tirkîyê li Hewlêrê bi rêya têlêfonê digel Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çavûşoglu gotûbêj kir.
Di wê peywendîya têlêfonî da, her du alîyan amajeyî kuştî û birîndarên wê bûyerê kirin û ew bi tundî şermezar kirin û xwe şirîkê xema malbatên gorîyên bûyerê zanîn.
Barzanî û Çavûşoglu herwiha pêgirî ser pêwîstîya hewildana jibo parastina ewlehî û istiqrara navçê kirin.
Duh Çarşem 17`ê Tîrmehê di siet 2`yê Piştînîvro de, kesekî nenas bi du demançeyan karmendên Konsolxana Tirkîyê li Hewlêrê ku li xwarinegeheka wî şarî bûn dan ber gulleyan ku di encamê de cîgirê Serkonsolê Tirkîyê û 2 welatîyên Herêma Kurdistanê hatin kuştinê û 3 kes jî birîndar bûn.