-
Rayedarên pillebilind ên Iraqê: Gotûbêj baştirîn bijare ji bo çareserkirina qeyranê ye
Tebax 27, 2022 07:42Serokomar, Serokwezîr, Serokê Parlemanê û Rêbrê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê dîyar kirin ku rewşa vî welatî hestyar e û baştirîn bijare ji bo çareserkirina qeyrana sîyasî civîna alîyên sîyasî dor masa gotûbêjê ye.
-
Emar Hekîm di axiftinekê de peyamek da Muqteda Sedir
Tebax 27, 2022 09:58Serokê Tevgera Hîkme seyid Emar Hekîm di wê baweriyê de ye ku paşguhkirina her aliyekî, "kêşeyên mezin" li ser hikûmeta nû ya Iraqê dirust dike û ragihandiye: “Nabe em xwe li derveyî qanûnan bisepînin.”
-
Di êrîşa terorîstên DAIŞ’ê ya li ser Diyalê de 7 leşkerên Iraqê hatin kuştin û birîndar bûn
Tebax 27, 2022 04:36Di encama êrişên terorîstên DAIŞê ser çeperên hêzên artêşa Iraqê li parêzgeha Diyalê de 7 leşker hatin kuştin û birîndarkirin.
-
Li Iraqê 9 milyon kes di bin xeta hejariyê de ne
Tebax 26, 2022 13:17Rêveberê Giştî yê Beşa Çavdêrî ya Civakî ê li Wezareta Kar û Karubarê Civakî ya Iraqê diyar kir ku li Iraqê nêzî 3 mlyon malbat pêwîstiya wan bi alîkariyê heye û 9 milyon mirov jî di bin xeta hejariyê de ne.
-
Dadgeha Federal a Iraqê hefteya bê li ser hilweşandina parlimanê biryar dide
Tebax 26, 2022 07:39Dadgeha Federal a Iraqê diyar kir ew ê roja 30’yê Tebaxê li ser dosyaya ku li ser hilweşandina parlimanê ji wan re hatine bicivin û biryar bidin.
-
Helîkopterek li Iraqê kete xwarê
Tebax 25, 2022 04:46Helîkoptereke ayîdî Wezareta neftê ya Iraqê li parêzgeha Enbarê ya rojavayê vî welatî ket xwarê.
-
Îmhakirina veşargeheke terorîstan li Enbara Iraqê
Tebax 24, 2022 14:59Hêzên ewlehiyê yên Iraqê li parêzgeha Enbarê veşargeheke terorîstan îmha kirin.
-
Dubare destpêkirina çalakiyên dadgehên Iraqê
Tebax 24, 2022 07:26Civata Bilind a Dadweriya Iraqê şeva Sêşemê ragihand ku îro Çarşemî hemû dadgehên vî welatî dê dîsa dest bi karên xwe bikin.
-
Tevgera Sedir: Divê Serokê Dezgeha Dadwerî ya Bilind a Iraqê ji kar bê dûrxistin
Tebax 23, 2022 16:27Piştî serhildana alîgirên Tevgera Sedir, rêveberê ofîsa Tevgera Sedir a Iraqê li Bexdayê îdia kir ku divê serokê sîstema dadwerî ya bilind bê rakirin.
-
Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê çalakiyên xwe rawestand
Tebax 23, 2022 15:12Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê bi daxuyaniyekê rawestandina çalakiyên xwe û dadgeha federal û dadgehên din ên vî welatî ragihand.