Pêgîriya Muqteda Sedr li ser boykotkirina hilbijartinan û radestkirina çekan bo hikûmetê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i355207-pêgîriya_muqteda_sedr_li_ser_boykotkirina_hilbijartinan_û_radestkirina_çekan_bo_hikûmetê
Serokê Tevgera Sedr a Iraqê ji bilî pêgîriya dubare ya li ser boykotkirina hilbijartina parlimanê, daxwaza radestkirina çekan bo hikûmetê û hilweşandina komên milîtan li vî welatî kir.
(last modified 2025-07-05T11:23:01+00:00 )
Tîrmeh 05, 2025 12:06 Asia/Tehran
  • Pêgîriya Muqteda Sedr li ser boykotkirina hilbijartinan û radestkirina çekan bo hikûmetê

Serokê Tevgera Sedr a Iraqê ji bilî pêgîriya dubare ya li ser boykotkirina hilbijartina parlimanê, daxwaza radestkirina çekan bo hikûmetê û hilweşandina komên milîtan li vî welatî kir.

Muqteda Sedr, serokê Tevgera Sedr a Iraqê, di peyamekî di torên civakî de nivîsî: Her kesê ku dil heye hilbijartina parlimanî boykot bike yan bigihîje desthilatê, bila rêyek din bibijêre. Hema wisan ku mewlayê min û mewlayê her jin û mêrekî îmandar yanê Îmam Elî(s) dibêje: Sond bo Xwedê ez ji hikûmeta li we zêdetir hejî van solan dikim, meger ku bi rêya wê, yan heqekî pêk bînim yan neheqiyekî pûç bikim.

Muqteda Sedr pêgîrî kir: Û heq tu qexta pêk nayê û neheqî ji nav naçe, meger ku çekên bêyî îzn radestî hikûmetê bên kirin, komên milîtan werin hilweşandin, ji bo xurtkirina artêş û polîs û serxwebûna Iraqê hewl were dayîn û pêşiya girêdayîbûna wê were girtin û ji bo çaksaziyan û muhakimekirina karbidestên gendel gelek hewl bê dayîn.