Adar 08, 2025 18:59 Asia/Tehran
  • Tirkiye û Qeter berpirsê komkujiya elewiyên Sûriyê ne

Sekreterê Giştî yê Tabûrên Seyîd El-Şuheda ya Iraqê, Tirkiye û Qeter tawanbar kir ku di kuştina elewiyên Sûriyê de dest hebûne.

Ebû Ela El-Welayî, Sekreterê Giştî yê Tabûrîn Seyîd El-Şuheda yê Iraqê destnîşan kir ku Tirkiye û Qeter  berpirsê hemû cinayetên  li dijî elewiyan li perava Sûriyê ne. Ev her du welat dîzaynêrên hemû cinayetên li wê herêmê ne.Rewangeha Mafên Mirovan  a Sûriyê  ragihand ku di şer û pevçûnên vê dawiyê yên Sûriyê de 311 welatiyên elewî yên Sûriyê li perava Sûriyê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Colanî ve hatine kuştin.

Du rojên borî de dîmenên îdamkirina meydanî ya elewiyan li Laziqiyê hatin belavkirin û hêzên Golanî derbarê wê li xwe mukir hatine û ew karekî şexsî dan zanîn.Li gorî çavkaniyên nûçeyan yên Sûriyê, bi sedan welatiyên Laziqiye û Tertûsa Sûriyê li dijî desthilatdarên Şamê û êrişên hêzên girêdayî wê li rojavayê Sûriyê xwenîşandan kirin.

Serepeyv