Divê artêşa Tirkiyê ji axa Herêmê derkeve
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i353615-divê_artêşa_tirkiyê_ji_axa_herêmê_derkeve
Parlimanterê Iraqê ragihand: Êdî ti hegerek ji bo mayîna binkeyên leşkerî yên Tirkiyê li Herêma Kurdistana Iraqê tine.
(last modified 2025-03-02T11:43:35+00:00 )
Adar 02, 2025 15:10 Asia/Tehran
  • Divê artêşa Tirkiyê ji axa Herêmê derkeve

Parlimanterê Iraqê ragihand: Êdî ti hegerek ji bo mayîna binkeyên leşkerî yên Tirkiyê li Herêma Kurdistana Iraqê tine.

Mehma Xelîl destnîşan kir: Tirkiye şerê dijî PKK`ê kiriye behaneyek ji bo hebûna xwe ya leşkerî li axa Herêma Kurdistana Iraqê, lê her rêkevtineka dawîn a di navbera her du aliyan de, bi tevahî wê dawiyê li behaneyên Enqerê bîne. 

Vî parlimanterê Partiyê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye pêngavên webirr ên dîplomatîk û navdewletî hilde bona sekinîna li hember her hewldaneke Tirkiyê bona peydakirina behaneyeka nû ji bo rewanîşandana hebûna xwe ya leşkerî li nav axa Iraqê.