Operasyona mezin a Iraqê li sînorî Sûriyê de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i352524-operasyona_mezin_a_iraqê_li_sînorî_sûriyê_de
Endamê Komîsyona Ewlehiyê ya parlemana Iraqê derbarê pêkanîna operasyona herî mezin a birêxistinkirina hêzên leşkerî yên vî welatî li sînorên hevpar bi Sûriyê re di heyamê 10 salên borî de agahî da.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Kanûn 16, 2024 14:45 Asia/Tehran
  • Operasyona mezin a Iraqê li sînorî Sûriyê de

Endamê Komîsyona Ewlehiyê ya parlemana Iraqê derbarê pêkanîna operasyona herî mezin a birêxistinkirina hêzên leşkerî yên vî welatî li sînorên hevpar bi Sûriyê re di heyamê 10 salên borî de agahî da.

 Yasir Iskender, Endamê Komîsyona Ewlehiyê ya Parlemana Iraqê  tekez kir  ku rewşa Sûriyê bûye sedema hin dilnigeraniyan li Iraqê. Wî got:

Bi berçavgirtina alûgurên  li vî welatî, divê hemû tedbîrên pêwîst ji bo dabînkirina ewlehiya sînorên Iraqê bên girtin.

 Iskender  her wiha got:  Bexdayê bi rêya  wezaretên navxwe û berevaniyê,  mezintirîn operasyonên  birêxistinkirina hêzên xwe yên leşkerî li ser sînorên bi Sûriyê re pêk tîne.

Wî got: Ev operasiyon bi mebesta  girtina pêşiya derbasbûna terorîstan   nav  axa Îraqê û parastina navçeyên hestiyar li vî welatî ye.