Cotmeh 05, 2024 18:00 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê berê yê Iraqê: Rejîma Îsraîlêdi halê têkçûnê ye

Serokwezîrê berê yê Iraqê derbarê xutbeya îniyê ya rêberê giranqedr ê şoreya Îslamî li Têhranê tekez kir ku xutbeya îniyê ya Îmam Xamineyî nîşan da ku Rejîma Siyonîst li halê têkçûnê ye.

Adil Ebdulmehdî  îro şemiyê bal kişand ser  beşên  herî giring  ên xutbeya Rêberê giranqedr  ku bala wî kişandibû,  û got: kûrahiya têgehên gotinên Îmam Xamineyî zella bû, dema digot rejima İsrailê 70 sal paşve çûye, ev tê wê wateyê ku Îsraîl ber bi hilweşînê ve diçe;Evana ji bo me hemûyan girîng in,  rêberê giranqedr rihê serketin û hêviyê  ne tenê da  gelê Îranê belku da  tevahiya umeta  Îslamê jî..

Serokwezîrê berê yê Iraqê got: Îmam Xamineyî di xutbeya înê ya Tehranê de her tişt şirove kir.eva ku di biryar û kiryaran de nabe lezê bikin, lê wextê ku  dema çalakiyê hat divê ev kiryar cidî û vebirr be.

Ebdulmehdî li bara rola Amerîkayê li cinayetên Rejîma Siyonîst li navçê got: Rola Amerîkayê di van cinayetan de bi tevahî zelal û eşkere ye û siyaseta Amerîkayê  di vê çarçoveyê de li gorî cinayetên Rejîma Siyonîst e.Serokwezîrê berê yê Iraqê destnîşan kir: Amerîka ne tenê cinayetên siyonîstan piştrsat dike , belkî tam  beşdarî van cinayetan dibe.

Serepeyv