Serokwezîrê Iraqê: Hejmara ziyaretkerên Erbeîna Husêynî dighêje 23 milyon kesî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i350563-serokwezîrê_iraqê_hejmara_ziyaretkerên_erbeîna_husêynî_dighêje_23_milyon_kesî
Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser dabînkirina tam a ewlehiya ziyaretkerên Erbeîn Husêynî û pêşbînî kir ku îsal hejmara ziyaretkerên Erbeîn Husêynî bigihe 23 milyonan kesan.
(last modified 2024-10-11T12:34:58+00:00 )
Tebax 17, 2024 17:39 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê: Hejmara ziyaretkerên  Erbeîna Husêynî dighêje 23 milyon kesî

Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser dabînkirina tam a ewlehiya ziyaretkerên Erbeîn Husêynî û pêşbînî kir ku îsal hejmara ziyaretkerên Erbeîn Husêynî bigihe 23 milyonan kesan.

Muhemed Şiya Sûdanî,Serokwezîrê Iraqê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên vî welatî, serdana odeya operasyonê ya Wezareta Navxwe kir û çavdêriya cîbicîkirina plana ewlehiyê ya taybet a merasîma ziyaretkerên Erbeîn Husêynî kir.Wî di civînê li gel fermandeyên hêzên ewlehiya Iraqê, ji hewldanên van hêzan ji bo dabînkirina ewlehiya ziyaretkerên Erbeîn Husêynî destxweşî kir û pêşbînî kir ku hejmara ziyaretkerên Erbeîn Husêynî li anv welêt û derveyî Iraqê bigihe 23 milyon kesî.El-Sudanî got ku rojê zêdetir ji 140 hezar ziyaretker derbasî vî welatî dibin. Wî destnîşan kir ku nabe ti alozî di çûn û hatina ziyaretkeran de li Iraqê çê bibe. Sûdanî xitabî saziyên ewlehiyê yên Iraqê teqez kir ku divê bûyerên hatûçûnê li vî welatî bi taybetî li ser rêyên ziyarertkeran bên kêmkirin û hêzên Iraqê divê li hemû cih û rêyên hebûna ziyaretkeran de bi cih bibin.