Hezîran 01, 2023 18:43 Asia/Tehran
  • Dengê Dadgeha Iraqê ser hilweşandina Parlemana  Herêmî giring û dîrokî ye

 Seroka Fraksiyona Nifşa Nû li parlemana Iraqê wek berteka li himber dengê Dadgeha Federal derheq neqanûnîbûna dirêjkirina dewreya parlemana  Herêma Kurdistanê, ev deng giring û dîrokî nirxand.

Sirwe Ebdulwahid di postekê di rûpela xwe ya di twîterê de xitabî rayedarên Herêma Kurdistanê nivîsî: Em niha zengila xeterê lêdixin û karta sor nîşanî we didin.

 Wê her wiha nivîsî: Ez sipasiya Dadgeha Federal dikin ji ber bêalîbûna wê. Em bûn şehedê dayîna dengeke giring û dîrokî bo bêhitbarkirina dirêjkirina  dewreya parlemana  Kurdistanê û  îbtalkirina hemî biryarên vê parlemanê. Ev şera ku em têde serketî bûn,  ji babet wêrektiya partiyeke siyasî dijî pergala serdest li Herêma Kurdistanê bona  sererastkirina demajoya  hakimiyetê yekim pêngav tê hesabê.

 Omêd Muhemed, nunerekî din ê Nifşa Nû( Cîla nû) jî tevî ragihandina vê yekê ku yê tu qaweteke nekaribe  li himber dayîna hikmê Dadgeha Federal dijberiyê bike û got: Xebata  parlemana Herêma kurdistanê heft caran hatiye dirêjkirin lê vê carê tevgera Cîla Nû pêşiya cihanîna kiryara neqanûnî ya du partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya democrat a  Kurdistanê girt û hikmê   dadgeha Federal a Iraqê hat îbtalkirin  ku li derazînka parleman û Hikûmeta Herêma Kurdistanê were helawîstin û dê tu partî û aliyek nekaribe dijî vê hikmê rabin  ji ber ku ev dadgeh qanûnê şirove dike.

 Ji aliyê din ve, Wefa Muhemed Kerîm, Endamê partiya demokrat a Kurdistana Iraqê wek berteka li himber dengê dadgeha Federal a Iraqê derheq neqanûnîbûna dirêjkirina dewreya parlemana Herêma kurdistanê ev deng dijî qanûna bingehîn a Iraqê da zanîn.

 Wefa Muhemed Kerîm got: Me dayîna vê hikmê pêşbînî dikir ji ber ku  piştî paşdeketina hilbijartinên parlemana  Kurdistanê ku biryar bû Mijdara 2022`an were lidarxistin, hewildanên ku YNK û Tevgera Gorranê bo çêkirina berbeban ser riya  demajoya demokasiyê li Herêma Kurdistanê cih hatin.

 Wî her wiha got: Parlemana Kurdistanê di halê lawazbûnê de bû û civînên zav nedihatin lidarxistin û heta dawîn civîna wê rastî şer û pevçûnê hat.

 Wî partiyên ku daxwaza  paşdexistina hilbijartinên parlemanê li herêmê bûn, berpirsê dayîna dengê vê dawiyê ya dadgeha federal a Iraqê nakokiyên partiyên Kurdistana Iraqê da zanîn. Mijara giring derbarê  dayîna vî dengê dadgeha federal a Iraqê,  eşekeretirbûna bêtifaqiyên partiyên Herêma  Kurdistana Iraqê ye, nakokiyên ku goriyên wê yên sereke  xelkê Herêma Kurdistana Iraqê ne.

 

Serepeyv