Nîsan 11, 2023 15:20 Asia/Tehran
  • Çekên amerîkî hegera sereke ya zêdebûna penceşêrê li Iraqê ne

Endamekî pillebilind ê Çarçova Hevahengîya Şîeyên Iraqê, Amerîka bi bikaranîna wan çekên leşkerî tawanbar kir ku bûne sedema zêdebûna tûşbûna bi penceşêrê.

‘Tirkî Etebî’ endamê pillebilind ê Çarçova Hevahengîya Şîeyên Iraqê got: Hemî raporên navneteweyî bêyî şik û guman piştrast dikin ku Waşîngtonê bi sedan ton Uranyûma lawazbûyî di navbera salên 1991 û 2003an da li Iraqê û piştî wan salan jî ji bo êrişa ser bi sedan armancên pirranî sivîl bi kar anîye ku bilî qirêjkirina ciddî ya jîngehê, bûye sedema zêdebûna tûşbûna bi penceşêrê.

‘Tirkî Etebî’ dîyar kir ku karesata ji ber dagirbûna Iraqê bi destê Amerîkayê, karesateke mezin e û yê heta çend dehsalîyan bidome û got: “Dosîya tûşbûna bi penceşêrê divê li asta navneteweyî were hilêxistin û şopandin ta ku ji ber mexdûrbûna bi saya bikaranîna Uranyûma lawazbûyî bi destê hêzên amerîkî, xeramê bidin malbatên iraqî yên birîndar û mexdûrê vê karesatê.”

Çendekê berî nika Fermandeyê Yekîneya Berevanîya Kîmyewî ya Artêşa Ûrsêtê jî aşkira kir ku Amerîkayê di sala 2003an da Uranyûma lawazbûyî ji bo êrişa ser hin armancan li Emmare, Bexda, Besre, Kerbela û Fellûceyê bi kar anîye.

 

Serepeyv