Adar 23, 2023 15:27 Asia/Tehran
  • Serokkomarê Iraqê: “Qeyrana avê gelek li dijî cîhanê ye”

Serokkomarê Iraqê li rex Konferansa Avê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê qeyrana avê wek gefek li dijî cîhanê zanî.

‘Ebdulletîf Reşîd’ Serokkomarê Iraqê di Konferansa Avê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ku li New Yorkê hat lidarxisttin, tevî tekeziya li ser vêya ku qeyrana avê gefek li dijî cîhanê ye, got: “Iraq ji wan welatan e ku gelekî ketiye bin bandora daketina asta ava çemên Dijle û Firatê û hikûmeta Iraqê hewl dide da ku hin rêkaran ji bo qeyrana avê û guherînên keşûhewayê û dûhatên wê yên cidî li ser jiyana niştecihan peyda bike û bi awayê hevpar digel welatên cînar, navçe û civaka cîhanî ji bo bidestxistina liyektêgihîştina hevpar û behrewergirtin ji tecrubeyên navneteweyî yên pisporî di warê keşûhewayê da hevkarî bike.”

Serokkomarê Iraqê tekezî li ser pêwîstiya pêngavrakirin û hevahengiya dualî, çendalî, navçeyî û navneteweyî ji bo peydakirina rêkarekî ji bo qeyrana cîhanî ya avê kir.

Konferansa cîhanî ya Avê ku li baregeha Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê hatiye lidarxistin, biryar e bo heyama sê rojan were domandin.

 

 

Serepeyv