Adar 20, 2023 14:28 Asia/Tehran
  • Dijberiya Sûdanî li himber her cure destdirêjiya ser welatê cîran ji axa Iraqê ve

“Muhemed Şiya El-Sûdanî”, Serokwezîrê Iraqê Yekşemiyê şevê got ku ew dijberê her cure destdirêjiya ser her welatekî cîran ji axa Iraqê ve ye.

Sûdanî di gotûbêja taybet bi kanala Al-Jazira’ yê ya Qeterê re, destnîşan kir: Rêketinnameya ku me îro bi Îranê re wajo kir, bo parastina sînorê hevpar û radestkirina kesên ber taqîbatê ye.

Serokwezîrê Iraqê her wiha got: Em hêvî dikin ev rêketina ku îro me bi Îranê re wajo kir, bibe sebeba istqrar û ewlehîya ser sînorên hevpar.

“Muhemed Şiya El-Sûdanî” her wiha got: Em her cure destdirêjiya ser welatên cîran ji axa Iraqê ve, red dikin.

Wî her wiha teqez kir Iraqê tu hewcetî bi hebûna hêzên çekdar ên biyanî tine.

Serokwezîrê Iraqê derbarê hebûna çekên neqanûnî yên hikûmetê jî got ku em ê bi zûtirkê bighêjin qonaxa ji çekkirina hemî hêzan û êdî yê ti çekek bêyî kontrol û çavdêriya hikûmetê tinebe.

 

Serepeyv