Adar 14, 2023 16:17 Asia/Tehran
  • 11 terorîstên DAIŞ’ê li Iraqê hatin desteserkirin

Dezgehên emnî yên Iraqê ragihandin ku 11 terorîstên DAIŞ’ê li 4 parêzgehên vî welatî hatin desteserkirin.

Dezgehên emnî yên Iraqê di daxûyanîyekê da ragihandin: Di encama operasyona hêzên iraqî li deverên curbicur ên parêzgehên Bexda, Kerkûk, Mîsan û Selaheddînê da 11 terorîstên DAIŞ’ê hatin girtin.

Li gorî vê daxûyanîyê, terorîstên hatine girtin, di rêza wan kesan da bûn ku ber taqîbatê bûn û ew radestî dezgehên têkildar hatin kirin.

Berpirsên iraqî vê dawîyê jî ragihandin ku 17 terorîstên DAIŞ’ê di encama operasyona Artêşa vî welatî da li bakurê Iraqê hatin kuştin û 5 terorîst jî li şarê Hewîceyê hatin girtin.

Hêzên emnî yên Iraqê ji bo ku dilnîya bin DAIŞ careka din serî ranake, lêgerîna ji bo peydakirin û girtina şaneyên nihênî û razî yên vê komê didomînin.

 

Serepeyv