Heşdi Şeibiyê operasyoneke berfireh li rojavayê parêzgeha Neynewayê pêk anî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i340066-heşdi_Şeibiyê_operasyoneke_berfireh_li_rojavayê_parêzgeha_neynewayê_pêk_anî
Operasyona berfireh a hêzên Heşdi Şeibiyê ya Iraqê li devereke berfireh li rojavayê parêzgeha Neynewaya Iraqê dest pê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 12, 2023 13:37 Asia/Tehran
  • Heşdi Şeibiyê operasyoneke berfireh li rojavayê parêzgeha Neynewayê pêk anî

Operasyona berfireh a hêzên Heşdi Şeibiyê ya Iraqê li devereke berfireh li rojavayê parêzgeha Neynewaya Iraqê dest pê bû.

Di vê operasyonê da ku bi beşdariya hêzên artêşa Iraqê tê lidarxistin, tîpên 21, 25, 33, 44 ş 53an ên Heşdi Şeibiyê li kêleka hêzên operasyonî û istixbaratî beşdar bûne.

Armanca vê operasyonê cihanîna operasyonên geşt û gerrê û lêgerînên berfireh li naveyên rojavayê parêzgeha Neynewayê ji wan Çiyayên Şêx Birahîm, Çiyayên Edaye’yê, Navçeya Eyn ul-Cehşê û rêya stratejîk a vê navçeyê ye.

Li gorî ragihandina çavkaniyên iraqî, di hefteyên dawî da paşmayîyên koma terorîstî ya DAIŞ’ê hewl dane li navçeyên çiyayî ên parêzgeha Neynewayê ku derbasbûna ji wan dijwar e, bi cih bibin û careke din kiryarên xwe yên terorîstî dest pê  bikin.

Armanceke sereke ya vê operasyona berfireh a ewlehiyê, peydakirina cihên xweveşartinê yên endamên vê koma terorîst û girtina wan e.