Destpêbûna operasyona berfire ya Heşdi Şe`bîyê dijî paşmayîyên DAIŞê li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i339611-destpêbûna_operasyona_berfire_ya_heşdi_Şe_bîyê_dijî_paşmayîyên_daiŞê_li_iraqê
Hêzên Rêxistina Heşdi Şe`bî ya Iraqê îro operasyoneke berfire ji bo kokbirrkirina paşmayîyên DAIŞê li Nêynewayê dest pê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 18, 2023 13:02 Asia/Tehran
  • Destpêbûna operasyona berfire ya Heşdi Şe`bîyê dijî paşmayîyên DAIŞê li Iraqê

Hêzên Rêxistina Heşdi Şe`bî ya Iraqê îro operasyoneke berfire ji bo kokbirrkirina paşmayîyên DAIŞê li Nêynewayê dest pê kirin.

Hêzên Rêxistina Heşdi Şe`bî ya Iraqê îro di daxûyanîyekê da ragihand ku operasyoneke berfire dijî paşmayîyên DAIŞê bi pişikdarîya çiqên 21 û 44 û Yekîneya Dije-Istixbarat, çiqên zêrêhî û beşên din dest pê kirin.

Ji dema ku koma terorîst a DAIŞê li Iraq û Sûrîyê têk çû, hin terorîstên mayî yên vê komê li çolên dûr û çîyayê asê bi cih bûn û sitirîn û vê dawîyê car bo carê dest bi operasyonan dijî xelkê dikin.

Eva operasyona çendan a Hêzên Heşdi Şe`bî ya Iraqê li rex hêzên Artêşa vî welatî di mehên vê dawîyê da ye ku dijî paşmayîyên DAIŞê tê lidarxistin.