Plana dabînkirina ewlehîya zîyaretkeran li Iraqê; 12 terorîst hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i339572-plana_dabînkirina_ewlehîya_zîyaretkeran_li_iraqê_12_terorîst_hatin_kuştin
Fermandetîya Operasyona Hevpar a Iraqê ragihand ku 12 terorîst di encama plana dabînkirina ewlehîya beşdarên merasima salvegera şehîdbûna Imam Mûsa Kazim (S) da hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 16, 2023 16:29 Asia/Tehran
  • Plana dabînkirina ewlehîya zîyaretkeran li Iraqê; 12 terorîst hatin kuştin

Fermandetîya Operasyona Hevpar a Iraqê ragihand ku 12 terorîst di encama plana dabînkirina ewlehîya beşdarên merasima salvegera şehîdbûna Imam Mûsa Kazim (S) da hatin kuştin.

Fermandeyê Operasyona Hevpar a Iraqê Tehsîn Xeffacî îro got: Hêzên emnî di 24 sietên buhurî di çarçova plana dabînkirina ewlehîya pişikdarên merasima salvegera şehîdkirina Imam Mûsa Kazim (S) da 12 terorîst li bakur, rojava û başûr-rojavaya Bexdayê kuştin.

Xeffacî herwiha pêgirî kir: Diqewime operasyonek li derveyî Bexdayê were lidarxistin lê têkildarî plana dabînkirina ewlehîya beşdarên merasima salvegera şehîdkirina Imam Mûsa Kazim (S) û dabînkirina ewlehîya cadeya ber bi mezargeha vî îmamî be. 

Xeffacî pêgirî kir ku Fermandetîya Operasyona Hevpar a Iraqê civînek bi pişikdarîya hemî dezgehên emnî ji bo hevahengîya têkildarî vê merasimê û parvekirina erkan li dar xist û imaka wergirtina zîyaretkerên zêdetir hat pêkanîn.