NY ji Bexdayê xwest ku çaksazîyan bike û himberî gendelîyê bisekine
Wekîla Taybet Sersekreterê NY li Iraqê Cênîn Hîns Plasxartê di civîna Konseya Emnî ya bi rêka vîdyokonfiransê da raporek têkildarî rewşa nika ya Iraqê raber kir û ji delweta Iraqê xwest ku çaksazîyên bingehîn li vî welatî pêkbîne û pêwîst e ku kabîna Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî têkoşîna himberî gendelîyê bidomîne.
Wê pêgirî kir: Hin meseleyên din jî hene ku pêwîst e hikûmeta Iraqê bi awayekî demlidest bişopîne ji wan pirsgirêkên têkildarî jîngehê, piştgirîya ji serxwebûna di warê enerjîyê da, vegera welatîyên iraqî ji kempa Holê û kemp û zîndanên din ên li bakur-rojhilata Sûrîyê, cihanîna lezgîn a rêkevtinama Şingalê û gotîûbjên têkildarî Kerkûkê.
Wekîla Taybet Sersekreterê NY li Iraqê herwiha got: Reşwa Herêma Kurdistana Iraqê û nakokyên sîyasî yên di navbera PDK û YNK da jî bandoreke xirab li sazî û dezgehan ûrewşa gelê vê herêmê dikin û partîyên sîyasî li Herêma Kurdistanê nikarin zêdetir demê ji dest bidin. Rêçareyên lihevhatina lezgîn têkildarî nakokîyên ser meseleyên darayî, birêvebirin, ewlehî û hilbijartinan bi awayekî lezgîn pêwîst in. Plasxartê hêvî kir ku hikûmeta Iraqê zûka bikare bûca sala 2023yê raber bike û pirrcûrkirina çavkanîyên derhatê û xurtkirina pişka nehikûmî bêxe rêza ewlewîyetan.