Çile 31, 2023 19:31 Asia/Tehran
  •  Rawêjkarîya Sûrîye û Iraqê derbara ewlehîya sînoran û têkoşîna dijî terorîsmê

Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê û Wezîrê Karên Derve yê Iraqê pêgirî ser girîngatîya domandina sekinîna hevpar himberî komên terorîst li herêmê kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê “Feysel Miqdad” şeva buhurî di hevdîtina digel Rawêjkarê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê “Udey Xeyrullah” da bi wî ra derbara peywendîyên dualî, hevkarîyên hevpar û hevahengî û rawêjkarîya têkildarî dabînkirina ewlehîya sînorê di navbera her du welatan da gotûbêj kir.

“Feysel Miqdad” di vê hevdîtinê da basa wan xisaran kir ku di encama şerê terorîstan da li Sûrîyê û gelê vî welatî ketine.

Wî herwiha amajeyî dûhatên bikaresat ên wan boykotana kir ku Welatên Rojavayî ji wan Amerîkayê di çarçova Qanûna Sêzar’ê (Caesar) da ser gelê Sûrîyê da sepandine.

Rawêjkarê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê jî bal kişand ser peywendîyên dîrokî û birayane yên her du welatan û pêgirî ser pêwîstîya pêngavrakirina hevpar ji bo xurtkirina wan peywendîyana û domandina hevahengîya her du alîyan nemaze di warê têkoşîna dijî terorîsmê ser xêra berjewendîyên her du gelan da kir.

 

Serepeyv