6 endamên DAIŞ`ê li Iraqê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i338500-6_endamên_daiŞ_ê_li_iraqê_hatin_kuştin
Berdevkê serfermandarê hêzên çekdar ê Iraqê ragihand ku 6 terorîstên DAIŞ`ê li rojhilata vî welatî hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 30, 2022 11:45 Asia/Tehran
  • 6 endamên DAIŞ`ê li Iraqê hatin kuştin

Berdevkê serfermandarê hêzên çekdar ê Iraqê ragihand ku 6 terorîstên DAIŞ`ê li rojhilata vî welatî hatin kuştin.

Serleşker Yehya Resûl, di daxuyaniyekê da ragihand ku 6 terorîstên DAIŞ`ê li rojhilata gola Hemerînê hatine kuştin.

Di dewama vê daxuyaniyê da hatiye: Li ser fermana serfermandarê hêzên çekdar û di çarçoveya tolhildana ji komên şikestxwerî yên terorîst li parêzgehên Kerkûk û Diyalê, hêzên ewlehî û leşkerî li operasyonekê bi hevahengiya erkantiya operasyona hjevpar, 2 weşartgehên endamên DAIŞ`ê li rojhilata gola Hemerînê li parêzgeha Diyalê dîtin û rûxandin.

Resûl got: Hîn jî operasyona peydakirina endamên din ên terorîst ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve didome.

Hêzên Heşda Şeibî jî ragiahandin ku hêzên çiqa 23 ya zirixî ya vê saziyê weşartgeheka terorîstên DAIŞ`ê li derdora gola Hemerînê li navçeya Til Sehmiyê peyda kirin û rûxandin.