Civîna dewreyî ya Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan ji bo vekolandina alûgorên Iraqê
Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê civîna xwe ya dewreyî li mala "Falih Feyaz" serokê taxima Heşdi Şeibiyê bi armanca vekolandina alûgorên vî welatî li dar xist.
Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê ev civîn bi beşdariya hejmareke rêberên xwe ji wan Hadî Amirî, Nûrî Malikî, Qeys Xezelî, Amir Faiz û Muhemed Şiya' Sûdanî li mala Falih Feyaz li dar xist.
Muhemed Şiya' Sûdanî serokwezîrê Iraqê di destpêka vê civînê da kurteyek ji pêvajoya beşdariya Iraqê di civîna serokên Çîn û erebî ku li Riyazê hat lidarxistin, pêşeroja peywendiyên Iraq û Çînê û pêwîstiya pêkanîna hevsengiyê di hevkariya stratejîk digel welatên cîhanê raber kir.
Li gorî vê raporê, beşdarên di civîna Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê da piştevaniya xwe ji biryar û kiryarên dewletê ji bo raberkirina xizmetan bo hemwelatiyên iraqî ragihand.
Serokên Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê meha derbasbûyî jî civînek li mala "Hadî Amirî" serokê Hevpeymaniya Fethê li dar xistibû.