Peyama Serokwezîrê Iraqê bi boneya salroja serketina himberî DAIŞê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i338077-peyama_serokwezîrê_iraqê_bi_boneya_salroja_serketina_himberî_daiŞê
Serokwezîrê Iraqê di salvegera serketina himberî DAIŞê da, di peyamekê da ragihand: Bibîranîna vê serketinê moralê dide mêriv ji bo avakirina Iraqê û xizmetguzarîya bo gelê vî welatî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 10, 2022 12:36 Asia/Tehran
  • Peyama Serokwezîrê Iraqê bi boneya salroja serketina himberî DAIŞê

Serokwezîrê Iraqê di salvegera serketina himberî DAIŞê da, di peyamekê da ragihand: Bibîranîna vê serketinê moralê dide mêriv ji bo avakirina Iraqê û xizmetguzarîya bo gelê vî welatî.

Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê, îro bi boneya salvegera serketina himberî DAIŞ`ê di twîtekê da nivîsî: ``10ê Kanûnê dê wek semboleke iraqî di warê wêrekatî û fidakarîyê da bimîne û ez destxweşîyê li merceyê pillebilind ê şîeyên Iraqê dikim ji ber fitwaya cihada kefayî ji bo sekinîna himberî terorîsma DAIŞê da û bû sedema rênîşandayîna li gorî xîretê. Silav li hemî kesên ku ev serketina pêk anîn û xwedê beretekê bide xwîna pak a jîyan zivirand Iraqê û gelê vî welatî. Bibîrannîa vê serketinê moralê dide mêriv ji bo avakirina Iraqê û xizmetguzarîya bo gelê vî welatî.``

Di 9ê Kanûna sala 2017ê da Heyder Ebadî Serokwezîrê demê yê Iraqê azadkirina hemî axa vî welatî ji lepên DAIŞê ragihand û sibetirê, betlaneya fermî û wek Roja Serketinê hat binavkirinê û gelê Iraqê her salê rêzê li vê rojê digire. Eva di halekî da ye ku têkbirina şaneyên nihênî yên koma terorîst a DAIŞê li deverên curbicur ên Iraqê û ramalîna wan herêmana hela jî didome.