Hewlên Sûdanî ji bo lihevnêzîkirina Îran û Erebistanê didomin
Parlimanterê Hevalbendîya Delweta Qanûnê li parlimana Iraqê ragihand ku hewlên Serokwezîrê vî welatî ji bo lihevnêzîkirina peywendîyên Îran û Erebistanê didomin.
Muhendi Xezrecî parlimanterê Hevalbendîya Dewleta Qanûnê li parlimana Iraqê amajeyî vê yekê kir ku Mihemed Şîya Sûdanî di seredana xwe ya vê dawîyê da li Têhranê encamên gellekî girîng bi dest xistin û dîyar kir: Sûdanî pêgirîyê ser girîngîya domandina hewlên Iraqê ji bo lihevnêzîkirina peywendîyên Îran û Erebistanê dike.
Xezrecî dîyar kir ku seredana Sûdanî ya Têhranê, gellek armancên girîng ên sîyasî û leşkerî pêk anîn û got: Hevkarîya Têhran û Bexdayê dibe sedema istiqrarê li herêmê û helwest û sîyaseta delweta Iraqê ya di vî warî da diselimîne.
Muhendi Xezrecî parlimanterê Hevalbendîya Dewleta Qanûnê li parlimana Iraqê herwiha got: Sûdanî pêgirîyê ser sîyaseta bêalîbûnê himberî meseleyên herêmî û navnetewî nemaze domandina hewlên ji bo lihevnêzîkirina peywendîyên Îran û Erebistanê û kêmkirina gêreyê di navbera welatên navçê da dike.