Tûnelên DAIŞê li bakûrê rojavayê Iraqê hatin jinavbirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i337540-tûnelên_daiŞê_li_bakûrê_rojavayê_iraqê_hatin_jinavbirin
Çavkaniyên iraqî qala operasiyona berfireh li pênc mihweran li parêzgerha Nêynewayê ya bakûrê rojavayê vî welatî kir ku di encamê da tûnelên DAIŞê hatine jinavbirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 07, 2022 12:09 Asia/Tehran
  • Tûnelên DAIŞê li bakûrê rojavayê Iraqê hatin jinavbirin

Çavkaniyên iraqî qala operasiyona berfireh li pênc mihweran li parêzgerha Nêynewayê ya bakûrê rojavayê vî welatî kir ku di encamê da tûnelên DAIŞê hatine jinavbirin.

Çavkaniyên iraqî qala operasiyona berfireh li pênc mihweran li parêzgerha Nêynewayê ya bakûrê rojavayê vî welatî kir.

Heşda Şeibiya Iraqê jî ragihand ku hêzên hevpar ên artêş, polîs, rêxistina ewlehiya neteweyî û erkantiya operasiyona Nêynewayê ya Heşda Şeibiyê operasiyoneke ewlehiyê ya berfireh li 5 mihweran ji bo şopandina terorîstan li seransserî parêzgehê dest pê kir.

Di daxuyaniya Rêxistina Heşda Şeibiya Iraqê da hatiye ku van hêzan karî di yekemîn saetên cihanîna operasiyonê da 4 tûnelên ayîdî terorîstên DAIŞê ji nav bibin.

Li gorî nûçeyeke din, Parlimana Iraqê digel wezîrê karên hundir û berevaniyê mijara derketina hêzên artêşê ji bajaran û veguhestina berpirsyariya wan bo hêzên ewlehiyê vedikolîne.