Alîgirên Tevgera Sedir a Iraqê li ber parlimana vî welatî kom bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i335824-alîgirên_tevgera_sedir_a_iraqê_li_ber_parlimana_vî_welatî_kom_bûn
Tevgera Sedir a Iraqê ji bo xwendina nimêja Înê li ber avahiya parlimanê li Bexdayê kom bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 12, 2022 13:12 Asia/Tehran
  • Alîgirên Tevgera Sedir a Iraqê li ber parlimana vî welatî kom bûn

Tevgera Sedir a Iraqê ji bo xwendina nimêja Înê li ber avahiya parlimanê li Bexdayê kom bûn.

Li gorî rapora Sumiriye Newsê, Alîgirên Tevgera Sedir a Iraqê pêştir giliyek derbarê hilweşandina parlimanê û pêwîstiya diyarkirina rojekê ji bo lidarxistina hilbijartina parlimanî berwext ji aliyê serokomar va amade kiribû û radestî Dadgeha Bilind a vî welatî kiribûn.

Ev kiryar li ser daxwaza Muqteda Sedir Tevgera Sedir a Iraqê pêk hatiye. Wî ji alîgirên xwe xwestiye ku giliyeke fermî radestî Dadgeha Federal a Iraqê bikin.

Li gorî vê yekê, Muqteda Sedir ji alîgirên Çarçoveya hevahengiya Şîeyan xwestiye ku pişta grev û xwenîşandana alîgirên vê tevgerê bigirin.

Serokê Tevgera Sedir a Iraqê daxwaza xwenîşandana aştiyane kir û got ku Iraqê di serê her mijareke din da ye.