Alîgirên Sedir dîsan ketin parlimanê û kesayetîyên iraqî derbara gurrbûna qeyranê hişyarî dan
Komeke alîgirên Bereya Sedir jibo cara duyê di kêmtir ji 4 rojan da ketin avahîya parlimana Iraqê li Herêma Kesk a Bexdayê.
Komeke alîgirên Bereya Sedir îro nîvro ji berbendên emnî derbas bûn û ketin Herêma Kesk a Bexdayê û dîsan derbasî hundurê avahîya parlimana Iraqê bûn.
Hevgavê vê yekê Çarçova Hevahengîya Şîeyên Iraqê jî di daxûyanîyekê da têkildarî ketina nerazîyan nav Herêma Kesk a Bexdayê hişyarî da û ji gel xwest ku pêşîya fitneya nû li Iraqê bigirin.
Mihemed Helbûsî Serokê Parlimana Iraqê jî ji welatîyan xwest ku bi merema girtina pêşîya alozbûna rewşê, hevkarîyê bikin û berpirsîya netewî jibo parastina berjewendîyên gel û welatê xwe wergirin.
Berhem Salih Serokomarê Iraqê jî wek berteka himberî ketina hogirên Bereya Sedir nav avahîya parlimanê got: Me pirsgirêkên mezin û ciddî pêşberî xwe hene û divê jibo dabînkirina hewcedarîyên welatîyan û daxwazên jibo çaksazîyan û xizmetguzarîya jibo wan, bi awayekî ciddî hewil bê dayînê.
Ebdulmehdî Kerbelayî Wekîlê Ayetullah Seyîd Elî sîstanî merceyê qedirbilind ê şîeyan jî di axavtineek bi boneya destpêbûna meha Muherremê da, ji iraqîyan xwest ku xwe ji bêtifaqî û pevçûnê dûr ragirin û yekitîyê biparêzin.
Herwiha Rêbwar Hemed endamê pillebilind ê Komela Dadgerîya Kurdistanê wek berteka himberî kombûna dubare ya ajawegêrên hogirê Muqteda Sedir li Devera Kesk a Bexdayê, xwest ku mesele li parlimanê bên çareserkirin û dîyar kir: Nerazîbûna hibmerî berbijarê serokwezîrtîyê divê li parlimanê bê nîşandayînê ne li kolanan.
Çavdêr û şirovekerên meseleyên Iraqê ser vê bawerê ne ku Bereya Sedir bi kaşkirina hogirên xwe nav kolanan û êrişa ser avahîya parlimanê tenê qeyrana sîyasî li vî welatî gurr dike.