Li Bexdayê Xwepêşandan: Alîgirên Tevgera Sedr ketine Herêma Kesk
Tîrmeh 30, 2022 08:01 Asia/Tehran
Li Bexdaya paytexta Iraqê, îro Şemiyê alîgirên Tevgera Sedr li Meydana Tehrîrê dîsa li dijî berbijarê Çarçoveya Hevahengiyê Mihemed Şiya Sûdanî kom bûn û dest bi xwepêşandanê kirin û li gor zanyariyan xwepêşanderan dîwarê Herêma Kesk rûxandine û çûne nav.
Alîgirên Sadr îro destê sibehê li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê kom bûn. Komê ji bo ketina Herêma Kesk dest bi hilweşandina dîwarên betonî kirin.
Berî du rojan alîgirên Tevgera Sedr ji bo xwepêşandana li dijî Sûdanî dor li Herêma Kesk girtibûn û çûbûne nav avahiya parlamentoyê.