Dema hilbijartina Serokomar li Iraqê hat dîyarkirin
Parlimanterekî Hevalbendîya Çarçova Hevahengîya Şîeyan ragihand ku civîna taybet bi kivşkirina serokomar yê di destpêka meha bê da were lidarxistin. Wî herwiha got ku em di warê kivşkirina berbijarê serokwezîrtîyê da çaverê ne ku PDK û YNK li ser berbijarê serokomartîyê lihev bikin.
Murteza Elî Saidî dibêje: Çarçova Hevahengîya Şîeyan di warê kivşkirina berbijarê serokwezîrtîyê da çaverê ye ku PDK û YNK li ser berbijarê serokomartîyê lihev bikin.
Wî herwiha got: Civîna hilbijartina serokomar û rasipardina berbijarê posta serokwezîrtîyê dê bimînin destpêka meha bê. Piştî yekalîbûna posta serokomartîyê, Çarçova Hevahengîya Şîeyan dê berbijarê serokwezîrtîyê bi awayekî fermî li parlimanê bide nasandin.
Wî pêgirî kir ku tê payîn heke PDK û YNK li ser berbijarekî hevpar jibo yekalîkirina posta serokomartîyê lihev nekin, sênaryoya sala 2018ê dubare bibe.