Bi rokêtan êrişî konsolxana Tirkîyê ya li Mûsilê hat kirin
Tîrmeh 27, 2022 04:48 Asia/Tehran
Çavkanîyên iraqî ragihandin ku bi rokêtan êrişî konsolxana Tirkîyê ya li Mûsilê hat kirin.
Hêzên Tirkîyê bi êrişên hewayî yên ser bakura Iraq û Sûrîyê bûne sedema berteka rayedar û alîyên curbicur ên welatên hanê û ew neçar kirine ku tolê hilînin.
Ligorî rapora Sabêrîn News`ê, îro berbangê bi rokêtan êrişî konsolxana Tirkîyê ya li Mûsila Iraqê hat kirin.
Ligorî agahîyan, binkeya Zelkanê ser bi şarê Beişîqê wek bionkeya hêzên tirk kete ber êrişa bi 5 rokêtan.
Berî vîya jî Koma Seraya Ebabîl`ê bi weşandian vîdyoyekê basa êrişa ser binkeyeke leşkerên Tirkîyê li zîvala sînorî ya di navbera vî welatî û Iraqê da kiribû.
Komên iraqî ragihandine ku ev êrişana wek bersiva himberî êrişa hefteya buhurî ya Tirkîyê ser gundekî Zaxoyê pêk hatîye.