Iraq: Tu lihevkirineke ewlehî û leşkerî bi aliyê tirkiyeyî ra tuneye
Berdevkê Wezareta derve ya Iraqê bi gotina vêya ku Tirkiye di destdirêjiyên vê dawiyê da armancine berfirehxwaziyê dişopîne, got: Tu lihevkirineke ewlehî û leşkerî bi aliyê tirkiyeyî ra tuneye.
Ehmed Sehaf, Berdevkê Wezareta derve ya Iraqê tevî amajeya bi raberkirina gilînameya vî welatî bo Konseya Ewlehiyê derbarê destdirêjiyên Tirkiyê, tekez kir ku di vê gilînaameyê da ji aliyê tirkiyeyî hatiye xwestin ku ji ber ziyanên çêbûyî li binesaziyên Iraqê, daxwaza lêborînê ji Iraqê û gelê wê bike.
Wî her wiha got: Gilînameya Iraqê bo Konseya Ewlehiyê ya NY hat şandin û tê da 22700 babetên binpêkirina sozan û destdirêjiyên Tirkiyê, tevî pêveka navên goriyên vê dawiylê heye.
Konseya Ewlehiyê ya NY roja Sêşemiyê derbarê destdirêjiya Iraqê ser bakûrê Iraqê dê civîna awarte li dar bixe.
Hefteya derbasbûyî di êrîşa hêzên Tirkiyê ser seyrangeheke li Zaxoyê, 9 geştyaran canê xwe ji dest da.