Bexda: Tirkiyê razî bû ku aveke zêde ji bo Iraqê berde
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i335285-bexda_tirkiyê_razî_bû_ku_aveke_zêde_ji_bo_iraqê_berde
Îraq dibêje, di civîna duh a wezîrê çavkaniyên avê, yê vî welatî de ligel nûnerê Erdogan yê di warê çavkaniyên avî de, Enqere razî bûye ku di rojên bê de mafê avê yê Iraqê were zêdekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 17, 2022 06:43 Asia/Tehran
  • Bexda: Tirkiyê razî bû ku aveke zêde ji bo Iraqê berde

Îraq dibêje, di civîna duh a wezîrê çavkaniyên avê, yê vî welatî de ligel nûnerê Erdogan yê di warê çavkaniyên avî de, Enqere razî bûye ku di rojên bê de mafê avê yê Iraqê were zêdekirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, ji zarê Rûsiya El-Yewm, Mehdî Reşîd El-Hemdanî wezîrê çavkaniyên avê yê Iraqê roja şemiyê bi rêya televizyona girtî bi nûnerê serokomarê Tirkiyê bo karûbarên avê, Vesîloglu civîneke virtual lidar xist. Rewşa derbasbûna ava çemên Dîcle û Firatê bo Iraqê bê lêkolînkirin.

Di daxuyaniya Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê de hatiye gotin ku El-Hemdanî ji aliyê tirkiyeyî ve daxwaz kiriye ku plana berdana avê ji nû ve ber çavan derbas bike ji bo dabvînkirina ava ku Iraqê pê hewce ye garantiyan bide.

Di vê daxuyaniyê de hatiye: Şanderê taybet ê serokomarê Tirkiyê bo karûbarên avê, amadebûna xwe ji bo hevkarîkirina bi Iraqê re ragihand û ferman da Kompaniya Av û Bendavên Tirkiyê ku li gorî rezervên ku di destê xwe de hene, di çend rojên bê de berdana avê bo Iraqê zêde bike. 

Li ser vê daxuyaniyê, her du aliyan li hev kirin ku şandeke teknîkî ya Iraqê bişînin ji bo çavdêrîkirina rastiya embarkirina avê di bendavên Tirkiyê de û derbarê planên operasyonê yên van bendavan di derbarê embarên heyî de ji bo derbaskirina rewşa niha ya kirîza kêmbûna avê li Iraq bi hev re biaxive.