Amadekariya parlimana Iraqê ji bo derxistina leşkerên Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i334304-amadekariya_parlimana_iraqê_ji_bo_derxistina_leşkerên_tirkiyê
Parlimana Iraqê tevgereke parlimanî ya cidî ji bo derxistina leşkerên tirkiyeyî ji bakûrê vî welatî dest pê kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 31, 2022 10:09 Asia/Tehran
  • Amadekariya parlimana Iraqê ji bo derxistina leşkerên Tirkiyê

Parlimana Iraqê tevgereke parlimanî ya cidî ji bo derxistina leşkerên tirkiyeyî ji bakûrê vî welatî dest pê kiriye.

Nûnerên parlimana Iraqê amadekariya tevgeriyana ji bo derxistina hêzên leşkerî yên Tirkiyê ji bakurê vî welatî dikin; Hêzên ku bi behaneya şerê dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li vê navçeyê, ev demeke dirêj e qada asimanî û bejahiya vî welatî binpê dikin.

Mehdî Teqî nûnerê hevpeymaniya Fethê li parlimana Iraqê got: Tevgerek ji aliyê nûnerên komên siyasî heye ku armanca wê derxistina hêzên Tirkiyê ji nav axa Iraqê li bakurê vî welatî ye.

Wî got: Civînên dewlet-parlimanê ji bo vekolandina rêyên derxistina van hêzan ku aniha wek hêzên dagirker tên hesab, dê bên lidarxistin.

Ji aliyê din va, Ehmed Mûsewî, serokê Komîsiyona Ewlehî û Berevaniyê ya Parlimana Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, Hebûna Tirkiyê nayê pejirandin û ji bo peydakirina rêkareke hevpar ji bo sekinîna li hemberî dagirkeriya Tirkiyê, dê civîneke bilez bi beşdariya serokwezîr, wezîrê berevaniyê û serokên ewlehiyê bê lidarxistin.