Meclisa Iraqê pêşnûmaya ku "bi Îsraîlê ra asayîkirina pêwendiyan qedexe dike" kir qanûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i334218-meclisa_iraqê_pêşnûmaya_ku_bi_Îsraîlê_ra_asayîkirina_pêwendiyan_qedexe_dike_kir_qanûn
Meclisa Iraqê pêşnûmaya qanûnê ya ku "bi Îsraîlê ra danîna têkiliyê û normalîzebûnê qedexe dike" pesend kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 27, 2022 05:35 Asia/Tehran
  •   Meclisa Iraqê pêşnûmaya ku

Meclisa Iraqê pêşnûmaya qanûnê ya ku "bi Îsraîlê ra danîna têkiliyê û normalîzebûnê qedexe dike" pesend kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Li meclisê dengdayîn hat kirin û pêşnûmaya qanûnê ya navborî bi yekdengî hat pesendkirin. Hat gotin ku 275 parlamenter beşdarî dengdayînê bûn.

Li gor qanûna ku hat pesendkirin, bi Îsraîlê ra danîna têkiliyê û normalîzebûn û tevkarî dikeve katogoriya "sûc". Li gor qanûnê heke kesek bi Îsraîlê ra tevkariya siyasî, dîplomatîk û ewlehiyê bike, cezayê wî wekî "hebsa heta hetayê" û "îdam" hat kifşkirin.