Xwenîşandana iraqîyan ber balyozxana Tirkîyê li Bexdayê
May 03, 2022 04:55 Asia/Tehran
Gelê Iraqê şeva buhurî bi xwenîşandanekê ber balyozxana Tirkîyê ya li Bexdayê, dagirkerîyên vî welatî li axa Iraqê şermezar kirin.
Gelê Iraqê bi durişmên dijî Tirkîyê, xwestin ku destwerdan û dagirkerîyên vî welatî li Iraqê bên sekinandin.
Nivîsgeha Serokomartîya Iraqê jî vê dawîyê êrişên zorbêjane û dagirkerane yên Tirkîyê ser bakura Iraqê şermezar kirin û ragihand ku êrişên berdewam ên artêşa Tirkîyê ser axa Iraqê binpêkirina ciddî ya serwerîya Bexdayê û qanûn û qirarên navnetewî û berovajî peywendîyên cinaretîyê ne.