Raberkirina pêşnumaya sûczanîna asayîkirina peywendîyan digel Tal Avivê li parlimana Iraqê
Serokê desteya parlimanî ya Bereya Sedir pêşnumaya sûczanîna asayîkirina peywendîyan digel Rêjîma Sîyonîst raberî serokê parlimana Iraqê kir.
Muqteda Sedir Serokê Bereya Sedir van rojên dawîyê ferman dabû ku tîmeke pisporên hiqûqê were pêkanînê ta ku pêşnumaya sûczanîna asayîkirina peywendîyan digel Rêjîma Sîyonîst li Iraqê hilkolîne û amade bike.
Hesen Ezarî Serokê desteya parlimanî ya Bereya Sedrê ragihand ku pêşnumaya qanûna sûczanîna asayîkirina peywendîyan tev Rêjîma Sîyonîst ji hêla şarezayan va hatîye amadekirin û ew raberî serokê parlimana Iraqê hat kirin ta ku bikeve ber dengdanê.
pêşnumaya sûczanîna asayîkirina peywendîyan digel Rêjîma Sîyonîst li Iraqê ser vê xalê hatîye amadekirin ku Iraq heta dema azadkirina tam a erdên Filistînê di rewşa şerê aşkira himberî Rêjîma Sîyonîst da ye û her cure peywendî û danuistandina digel dagirkeran, piştgirîya ji kiryarên dagirkeran li erdên Filistînê dikeve ber cezayên giran ku dikare di asta xîyaneta mezin da be û di xala 111 ya qanûna cezayê ya Iraqê ku di sala 1969ê da hatîye pejirandin, amajeyî wê hatîye kirin.