Nîsan 22, 2022 21:37 Asia/Tehran
  • Wezîrê Derve yê Iraqê bertek nîşanî operasyona artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê da

Wezîrê Derve yê Iraqê careke din bertek nîşanî operasyona artêşa Tirkiyê ya li bakurê Iraqê da.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasnim`ê, Fûad Husên wezîrê karên derve yê Iraqê roja Îniyê li hevdîtina tev Balyozê Belçîkayê li Iraqê Philippe Fundin Bolk ji welatên cîran xwest ku rêzê li prensîbên cîrantiya baş bigirin û xwe ji kiryarên leşkerî yên ku zirarê dide têkiliyên dualî dûr bigirin.

Wezîrê Derve yê Iraqê tekez li ser wê yekê kir ku Iraq pabendî pêwendiyên dostane ligel cîranên xwe ye.

Di hevdîtinê de her du alî behsa peywendiyên dualî û awayên berfirekirina wan peywendiyan kirin û tekez li ser vekirina balyozxana Belçîkayê li Bexdayê û zêdekirina rola vî welatî di prosesa avadankirina Iraqê de kirin.

Di hevdîtinê de pêşhatên Ukraynayê û hewlên welatên erebî ji bo navbeynkariyê û giringiya çareseriya aştiyane ya kirîzê û bilezkirina agirbestê hat gotûbêjkirin.

Pêştir jî wek berteka li hember êrişên Tirkiyê, serokomarê Iraqê tekez kiribû ku, operasyonên artêşa Tirkiyê li ser sînorên Iraqê binpêkirina serweriya xwe ye û metirsî li ser ewlehiya niştimanî ya Iraqê ye. Dubarekirina van operasyonan bêyî hevahengiya bi hikûmeta Iraqê re nayê qebûlkirin û qebûl nake ku Iraq bibe meydana tolvekirinê û safîkirina hesaban ên aliyên dijmin û neyarê hevdu.

Serepeyv