Parlimana Iraqê dengê erê da navnivîsandina berendamên serokkomartiyê
Adar 05, 2022 13:56 Asia/Tehran
Nûnerên parlimana Iraqê dengê erê dan navnivîsandina dubare ya berendamên bidestxistina posta serokkomartiyê ya vî welatî.
Li gorî rapora roja Şemiyê ya El-Meyadînê, Di dengwergirtina ji bo dayîna destûra navnivîsandina dubare ya berendamên serokkomartiya Iraqê da 203 nûner beşdar bûn.
Di vê raporê da hatiye, 62 nûnerên Parlimana Iraqê jî beşdarî pêvajoya dengdanê nebûn.
Serepeyv