Adar 03, 2022 00:38 Asia/Tehran
  • Dengdana Encûmena Asayîşa NYê ya şermezar kirina Rûsyayê de Iraqê dengê red da

Îro 02.03.2022yê serokê encûmena şêwirmendê Iraqê Ferhad Eladîn aşkera kir ku hikûmeta federal a Iraqê di civîna encûmena asayîşa ser bi Netewên Yekbûyî (NY) de deng ji bo şermezar kirina Rûsyayê neda.

Ferhad Eladîn herwaha got, Iraq ketiye eniya wan welatên ku dengdana êrîşa leşkerî ya li ser Ukraynayê şermezar kirinê de red dayê.

Şêwirmendê Iraqê amaje bi wê yekê kir ku encûmena asayîşê bi piraniya dengan anku bi 141 dengên belê li hemberî 5 dengên Na û 34 dengên bêalî ve êrişa Rûsyayê li ser Ukraynayê şermezar kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di vê dengdanê de Îranê jî dengê bêalî da.

Serepeyv