Fermandarekî Heşdi Şeibîyê derbarê xetera mezin a emnî li Iraqê hişyarî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i332207-fermandarekî_heşdi_Şeibîyê_derbarê_xetera_mezin_a_emnî_li_iraqê_hişyarî_da
Yek ji fermandeyên Rêxistina Heşdi Şeibî ya Iraqê got ku ev welata pêrgî xetereke mezin a emnî bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 26, 2022 14:21 Asia/Tehran
  • 
Fermandarekî Heşdi Şeibîyê derbarê xetera mezin a emnî li Iraqê hişyarî da

Yek ji fermandeyên Rêxistina Heşdi Şeibî ya Iraqê got ku ev welata pêrgî xetereke mezin a emnî bûye.

Sadiq Hisêynî yek ji fermandeyên Rêxistina Heşdi Şeibî ya Iraqê xwest ku li balafirgehên vî welatî bila sîstema kefaletê derheq rêwîyên bîyanî were bikaranîn û dîyar kir ku têkbirina komeke têrorîstên DAIŞê li herêma Hawî el Ezîmê di hefteyên buhurî da bala her kesî kişand ser dosîyeyeke gellekî bitaluke.

Hisêynî herwiha got: Ew dosîya veguhestina wan kesên tundrê digire ber xwe ku li welatên xwe perwerde bûne û ji bo şerê di refên koma têrorîst a DAIŞê da ber bi Iraqê va tên şandin.

Sadiq Hisêynî yek ji fermandeyên Rêxistina Heşdi Şeibî ya Iraqê amajeyî vê yekê jî kir ku bi hezaran ereb û welatîyên bîyanî yan ji sînorê bejayî ji Sûrîyê û yan bi rêya balafirgehên Herêma Kurdistanê derbasî Iraqê dibin û hinek ji wan endamê komên têrorîst in, xwest ku kargêr baldar bin û sîstema kefaletê li balafirgehan were sepandin bi awayekî ku her rêwîyê bîyanî bi saya kefaleta kes an alîyekî bikaribe derbasî nav Iraqê bibe.

http://news.parstoday.com/contents/5234178